10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî gehîşt Davosê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi armanca beşdarbûna Foruma Aborî ya Cîhanî ligel şandekê gehişte Davosa Swîsreyê. Şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji Cîgirê Serokwezîr Qubat Talabanî û hejmarek berpirsên din pêk tê.

Îro êvarê (23.01.2018) Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel serok, serokwezîr, paşe, serkirdeyên cîhan û mêvanên payebilind ên Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosê, beşdarî merasîma pêşwazî û xwarina êvarê dibe ku ji aliyê Damezrênerê Foruma Aborî ya Cîhanî Klaus Schwab û hevjîna wî ve hatiye organîzekirin.

Sibe Çarşembê û rojên piştre Serokwezîr Barzanî beşdarî çalakiyên Foruma Aborî dibe û di vê çarçoveyê de ligel hejmarek serkirdeyên cîhanê hevdîtinan dike û dicive.

Nûçeyên têkildar