10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Lavrov: Divê berjewendiyên Kurdan li Sûriyê li ber çav bigirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, bê guman Kurd beşek in ji neteweya Sûriyê û divê berjerwendiyên wan jî li ber çav bêne girtin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî di civîna xwe ya salane de got eger Hewlêr û Bexda daxwazê ji wan bike ew amade be alîkariyê bidin herdû aliya da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Sergey Lavrov diyar kir ku welatî wî hewl dide hemû pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi riya diyaloga nîştimanî bêne çareserkirin û got: “Em piştgiriya yek parçebûna axa Iraqê dikin û herwiha piştgiriyê didinê ku hemû pirsgirêk bi rêya diyaloga niştimanî bêne çareserkirin. Eger pêwîstiya aliyan bi alîkarî û navbeynkariyê hebe em dê erênî pêşwaziya daxwazên wan bikin."

Lavrov herwiha tekez kir ku eger daxwaz ji wan bê kirin, wê Rûsya roleke bi bandor di çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bibîne.

Derbarê Efrînê û Sûriyê de Wezîrê Derve yê Rûsya ragihand ku Rûsya berdewam rewşa Sûriyê bi giştî û herêma Efrînê bi taybetî dişopînine û divê hemû alî pabendî rêkeftinan bin.

Sêrgî Lavrov her wiha got, bê guman Kurd beşek in ji neteweya Sûriyê û divê berjerwendiyên wan jî li ber çav bêne girtin.

Li ser projeya nû ya Amerîka ji bo parastina sînorên Sûriyê Lavrov ragihand ku ew pirojeya nû ya Amerîka nabe alîkar ku rewşa li derdora Efrînê bê aramkirin.


 

Nûçeyên têkildar