Kurtulmuş: Tirkiye bêdeng biba gelek welatan dê referanduma Kurdan nas bikira

Ajans-KDP.info- Wezîrê Çand û Geştiyarî yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş got, yek ji serkeftina herî mezin a Tirkiyê ew bûye, ku li hember referanduma Başûrê Kurdistanê bêdeng nemaye. Kurtulmuş da xuyakirin, ku eger Tirkiye bêdeng bimaya dê di nava demekî kurt de gelek welatan encamên referandumê nas bikira.
Wezîrê Çand û Geştiyarî yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş duh 13-01-2018, ji nûnerên Enqerê yên rojnameyên Tirkiyê re axivî û destnîşan kir, ku di sala 2017ê de Tirkiyê di 3 mijaran de serkeftî bûye û diyar kir, ku yek ji wan jî helwesta Trikiyê ya li hember referanuma Başûrê Kurdistanê bûye.
Kurtulmuş got: “Eger li wê derê referandûm bihata qebûlkirin û Tirkiye jî bêdeng biba, bawer bikin dê di demeke kurt de gelek welatan referandum qebûl bikira. Ji lewra, guhertina vê yekê pêngaveke pir mezin bû.”




