Opozîsyona Sûriyê: Nêzîk emê li Idlibê êrîşî hêzên Esed bikin

Ajans-KDP.info- Opozîsyona Sûriyê, ya ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştevanîkirin, ragihand, dê di demek nêzîk de bi alîkariya Tirkiyê şerê rêjîma Sûriyê bikin.
Serokê hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûryê Cewad Ebû Heteb ji ajanseke opozîsyonê re ragihandiye, nûçeyên ku dibêjin hêzên wan derbasî Minbic û Efrînê bûne, derew in.
Cewad Ebû Heteb her wiha daye zanîn ku di demeke nêzîk de dê bi hevkariya Tirkiyê, hêzên wan dê derbasî bajarê Idlibê yê Sûriyê bibin û li dijî rêjîma Sûriyê şer bikin.
Ebû Heteb diyar kiriye ku desteya Tehrîr El-Şam nedihîşt yekîneyên Artêşa Azad derbasî parêzgeha Idlibê bibin, lê niha rewş wê yekê dixwaze ku Artêşa Azad derbasî Idlibê bibe.




