Îsraîlê êrişî cihên leşkerî yên Sûriyê kir

Ajans-KDP.info- Firokeyên şerî yên Îsraîlê li herêma El Katîf a nêzîkî Şamê depoya çekan bombebaran kirin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANAyê ku zaniyariyên xwe dispêre artêşa Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê bi moşekan êrişî cihên leşkerî yên li herêma El Katîf a nêzîkî Şamê kir.
Di nûçeya SANAyê de hatragihand ku firokeyên Îsraîlê 3 moşek avêtin bargehên leşkerî yên li herêma El Katîfê.
Hat gotin ku sîstema parastina asmanî ya Sûriyê balafireke Îsraîlê xistiye û piştî wê yekê Îsraîlê ji Girê Golan bi moşekan êriş kiriye lê artêşa Sûriyê hinek ji wan moşekan beriya ku bigihêjin hedefa xwe pûç kirine.




