Hikûmeta Kurdistanê cejna Ermeniyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê cejna xuşk û birayên Ermenê pîroz dike û tekez dike ku ewê berdewam be li ser kar û hewlên xwe ji bo garantîkirina mafê tevahiya pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê û parastina van rengên cuda.
Hikûmeta Kurdistanê di peyamekê de ragihand: “Em cejna jidayikbûna Hezretê Îsayê Mesîh li gorî Kenîseya Ermenî ya Ertodoks li cîhanê, li tevahiya xuşk û birayên Ermen li Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dikin.
Em cejneke aram ji we re dixwazin, bi hêviya ku xuşk û birayên Ermen û hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê cejn û helkeftên xwe yên bê di rewşeke baştir de derbas bikin.
Em tekez dikin ku emê berdewam bin li ser kar û hewlên xwe ji bo garantîkirina mafê tevahiya pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê û parastina van rengên cuda.
Dûbare em cejna hemû xuşk û birayên Ermen û yên ser bi Kenîseya Ermenî ya Ertodoks pîroz dikin û em hêvî din her di nava xweşiyê de bin.”




