Trump: Emê piştgiriyeke mezin bidin xelkê Îranê

Ajans-KDP.info- Serokê Amerîkayê Donald Turmp di nûtirîn helwesta xwe ya derbarê xwepêşandanên li Îranê de ragihand, Amerîka “dê piştevaniyeke mezin” bide xelkê Îranê.
Serokê Amerîkayê li ser derbirîna helwesta xwe ya derbarê xwepêşandanên Îranê de berdewam e û di peyameke twitterî de soza piştgirîkirinê da xelkê Îranê.
Donald Turmp îro Çarşemî 3ê Çileya 2018ê di peyameke twitterî de da xuyakirin: “Di dema guncaw de xelkê Îranê dê piştevaniyeke mezin ji Amerîkayê bibînin.”
Trump got: “Xelkê Îranê hewl didin, kontrola hikûmeta xwe ya gendel vergerînin destê xwe.”
Turmp wiha nivîsandiye: “Min rêz bo xelkê Îranê heye, ku hewl diidn hikûmeta xwe ya gendel bigirine destê xwe. Hûn dê di demeke guncaw de piştevaniyeke mezin ji Amerîkayê bibînin.”




