10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Trump: Xelkê Îranê li dijî rêjîma hov rabûne

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên Îranê didomîne û di tweeta xwe ya dawî de jî dibêje: “Pereyên ku Obama bi awayekî ehmeqî dan Îranê di terorîzmê de hatine xerckirin.”

Donald Trumpli ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand: “Xelkê Îranê dawiya dawî li dijî rejîma gendel û hov a Îranê tevdigere.”

Trump di berdewama tweeta xwe de diyar kiriye: “Hemû ew pereyên ku serok Obama bi ehmeqî dan wan, di terorîzmê de hatine xerckirin, yan jî ketin 'berîkên wan', tevî wê yekê ku pêwîstiyên xwarinê yên xelkê Îranê kêm e û enflasyoneke wan a mezin heye.”

Serokê Amerîkayê di tweeta xwe de herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku li Îranê mafên mirovan têne binpêkirin û Amerîka jî çavdêriya bûyerên li wî welatî dike.

 

Nûçeyên têkildar