10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî: Dê ev qonaxa dijwar jî derbas bibe..Di dawiyê de gelê Kurdistanê dê biser bikeve

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel hejmareke ragir û mamosteyêm zanîngehên Dihokê civiya û ragihand ku ev qonaxa dijwar dê derbas bibe û di dawiyê de dê gelê Kurdistanê biser bikeve, ji ber ku doza wî rewa ye û zilm li kesî jî nekiriye.

Roja Dûşemê 18-12-2017 Serok Mesûd Barzanî li bajarê Dihokê ligel hejmareke ragir û mamosteyên zanîngehên Dihokê civiya.

Di wê civînê de û ligel Serok Barzanî, mamosteyên amadebû li gorî psporî û şarezabûna xwe di warên curbicur de, di gotûbêjeke vekirî de behsa rewşa siyasî û destûrê Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û referanduma Başûrê Kurdistanê û rewşa jiyana xelkê û aboriya Kurdistanê û pirsa gendeliyê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî jibilî pêşkeşkirina spasiyên xwe ji bo wan mamosteyan li ser pêşniyar û têbîniyên kir û di gotarekê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê û helwesta civaka navdewletî li hemberî referanduma gelê Kurdistanê kir û herwiha behsa bûyerên 16ê Oktober û qonaxa piştî referandumê û ew astengiyên ku hatine pêşiya xelkê Kurdistanê jî kir.

Serok Barzanî tekez kir ku baştirîn çareserî bo qeyranên Herêma Kurdistanê lidarxistina hilbijartinan e. Herwiha ragihand ku ev qonaxa dijwar dê derbas bibe û di dawiyê de dê gelê Kurdistanê biser bikeve, ji ber ku doza wî rewa ye û zilm li kesî jî nekiriye.

Nûçeyên têkildar