10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî: Referandum erk û peyameke rast û rewa bû

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel berpirsên siyasî û îdarî û hizbî yên Devera Badînan civiya û ragihand ku Kurdistan bi encamdana referandumê erk û peyameke rast û rewa bicîh anî.

Îro Şemiya 16-12-2017 li bajarê Dihokê Serok Barzanî ligel berpirs û kargêr û endamên şaxên PDKê û parlamenter û berpirsên îdarî û siyasî û kadroyên pêşkeftî yên PDKê li Defera Badînan, civiya.

Di wê civîna berfireh de, Serok Barzanî gotarek bo amadebûyan pêşkêş kir û di wê gotarê de spasiya helwêst û qurbanîdana xelkê Devera Badînan ên serbilind kir, ew jî li ser şikandina terorê û beşdariya wan a berfireh di proseya referandumê de.

Serok Barzanî herwiha spasiya xoragirî û qurbanîdan û pêbendbûna xelkê wê deverê bi pirsên neteweyî û niştimanî û herwiha silav ji canên paqij ên şehîdan re şand û hêviya başbûnê jî ji pêşmergeyên birîndar ên destê terorîstên DAIŞê xwest.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa guhertinên dawî yên siyasî û hûrgiliyên bûyerên 16ê Oktoberê û qonaxa piştî referandumê û helwesta civaka navdewletî û dijayetiya Hikûmeta Iraqê bi Herêma Kurdistanê, kir.

Serok Mesûd Barzanî ji bilî ku amaje kir bi wan sedemên bûn sedem ku Kurdistan referandumê bike, tekez kir ku Kurdistan bi encamdana referandumê erk û peyameke rast û rewa bicîh anî.

Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê jî, Serok Barzanî tekez kir li ser pêwîstiya birêveçûna hilbijartinan wek pêngavek bo çareserkirina qeyrana siyasî ya Kurdistanê. Herwiha da zanîn ku pêwîst e ferhengê pêkvejiyana pêkhateyên neteweyî û olî li Kurdistanê wek xwe bimîne û bê parastin jî, mafê hemû aliyan jî yeksan bimîne.

3 Attachments

 

Nûçeyên têkildar