10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî dê ligel Merkel û wezîrên derve û bergiriyê yên Almanya bicive

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Biryar e vê hefteyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Almanyayê, bi serokatiya şandekî bigihe Berlînê û li gel şêwirmenda wî welatî angela Merkel û berpirsên bilind hevdîtinan bike.

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe de dê li gel Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, wezîrê derve yê wî welatî Sigmar Gabriel û wezîra berevaniyê Ursula von der Leyen hevdîtinan bike û paşî serdana Parlamentoya Almanyaya Federal bike.

Li gorî daxuyaniyê, di dema hevdîtinan de dê peywendiyên dualî, rwşa herêmê û pêşketinên dawîn, şerê DAIŞê, mijara koçber û penaberan, mekanîzmaya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û herwiha, helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirên dê bibin mijarên sereke yên civîn û gotûbêjan.

Roja 15ê Kanûnê, malpera Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand, ku roja Duşemê 18-12-2017, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê serdana Berlînê bike.

Ev serdana Serokwezîr Barzanî di demekê de ye, ku roja 2ê Kanûnê jî çûbû Fransayê û li Koşka Elyseeyê li Parîsê bi serokê wî welatî Emmanuel Macron re civiyabû.

Roja 12ê Kanûnê jî Serokwezîra Brîtanya Theresa May di pêwendiyeke telefonî de, bi fermî Nêçîrvan Barzanî vexwande welatê xwe.


 

Nûçeyên têkildar