Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin asta kargêrî ya sazî û dezgehên hikûmetê bilind dikin
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya pêşvebirina mirovî de armanc dike rahênan û perwerdeyê bike stratejiya xwe û got: “Ji ber ku guhertin ji vir dest pê dike.
Îro Sêşemê 12-12-2017, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê koreya Başûr li Iraqê Song Vung Yub û hejmareke wezîrên Herêma Kurdistanê, fermangeheke nû ji bo Enstîtuya Kargêriya Giştî ya Kurdistanê hate vekirin.
Di dema merasîma vekirinê de Serokwezîr Barzanî gotarek pêşkeş kir û destnîşan kir, ku ev enstîtu hevkareke sereke ya hikûmeta Kurdistanê ye, rahênan û perwerdeyê dike stratejî ji bo pêşxistina hikûmetê û asta kargêrî ya sazî û dezgehên hikûmetê bilind dike.
Serokwezîr Nêçîrvan Baranî di destpêka gotara xwe de, ji ber hevkarî û alîkariyan, spasiya hikûmeta Koreya Başûr û Ajansa Hevkarî ya Navdewletî ya Koreyê KOICA kir û got: “Spasiya Koreya Başûr dikim, ku selmandiye dostê gelê Kurdistanê ye û di dema derbasbûyî de herdem destê alîkariyê dirêjê Kurdistanê kiriye.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Di cîhana îroyîn de pêşxistina çavkaniyên mirovî, ji bo pêşkeftina hemû kert û beşên taybetî yên hikûmranî û kargêrî de pir giring e. Ji ber ku guhertin û pêşkeftinên bingehîn ji vir çavkanî digrin û dawiya dawîn encamên wê di warên kargêrî, aborî, civakî û ferhengî de derdikevin.”
Nêçîrvan Barzanî behsa giringiya enstîtuyê kir û da xuyakirin, ku perwerdekirina karmendên hikûmî ji bo bihêzkirin û bihunerkirina wan giring e, da ku hikûmet û saziyên wî jî bikarin li gel pêşveçûna serdemê biguncin.
Nêçîrvan Barzanî got, ku Kurdistan xwediyê sermayeyekî dewlemend ê mirovî ye û eger ev yek bi şêweyeke zanistî û li gorî standartên cîhanî were amadekirin û arastekirin, di hemû waran de dikare sûdeke mezin bide karmend, kadro, fermangeh û daziyên hikûmetê û bibe sedema pêşkeşkirina xizmetguzariyên baştir.
Di berdewama axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist, ku Enstîtuya Kargêriya Giştî ya Kurdistanê di sala 2005ê de weke saziyeke nehikûmî dest bi kar kiriye û di dema kabîneya 7emîn de bi Wezareta Plandanan a Hikûmeta Herêma ve hatiye girêdan.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ku erkê enstîtuyê perwerdekirina karmendên hikûmetê ye di warên rêveberî, kargêrî, IT, darayî û warên din de, heta niha jî bi hezaran karmendên hikûmetê di warên cuda de beşdarî rahênan û perwerdeya enstitûyê bûne.
Derbarê rola Koreya Başûr a di vê projeyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku di sala 2013ê de bi rêya ajansa KOICA yadaştnameyek li gel Koreya Başûr hatiye îmzekirin û rahêner hatine amadekirin.




