10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Parlamentera Kurd: Mafê Kurdistanê neyê misogerkirin em deng nadin budceya Iraqê

Çavkanî: KDP.info

 

Bexda-KDP.info- Biryardera Frakisyona PDKê di Parlamentera Iraqê de ragihand ku fakisyonên Kurdistanî li Bexdayê yekdeng in û eger û pêşniyar û têbîniyên me di projeyasaya budceya 2018î de neyê misogerkirin, em deng nadin wê projeyasayê.

Neda Mêrgesorî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku projeyasaya budceya Iraqê gihîşt Parlamentoya Iraqê, me wek frakisyonên Kurdistanî têbînî û pêşniyarên xwe bi nameyekê da komîteya darayî ya Parlamentoya Iraqê û me da Serokatiya Iraqê û Serokwezîr Heyder Ebadî û me hemû frakisyonên Kurdistanî li ser îmze kirin. Me tê de daxwaz kiriye ku dîsa para Kurdistanê ji budceya Iraqê bibe % 17 û navê Herêma Kurdistanê dîsa di wê projeyasayê de bê nivîsandin. Herwiha me daxwaz kiriye ku behsa mûçeyê Hêzên Pêşmerge dîsa bê kirin.”
Neda Mêrgesorî wiha got: “Em hemû hewlên xwe didin ji bo ku mafê Kurdistanê misoger bikin, lê eger û pêşniyar û têbîniyên me di projeyasaya budce de neyê misogerkirin, em deng nadin wê projeyasayê.”
 

Nûçeyên têkildar