Trump: Urşelîm (Quds) paytexta Îsraîl e

Ajans-KDP.info- Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê veguhastina balyozxaneya welatê xwe ji Tel Avivê bo Urşelîmê biryara xwe aşkere kir.
Trump di daxuyaniyekê de ragihand, ku dê balyoxaneya Amerîkayê ya li Îsrîalê ji Tel Avivê bo Urşelîmê (Quds) bihê veguhastin.
Trump got, dema wê yekê hatiye ku ew Urşelîmê weke paytexta welatê Îsraîlê nas bikin.
Turmp herwiha diyar kir, wî daxwaz ji Wezareta Derve ya welatê xwe kiriye, ku kar bo veguhastina Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avivê bo Urşelîmê (Quds) bike.
Serokê Amerîkayê amaje bi hewldanên ji bo dabînkirina aştiyê di navbera Îsraîl û Felestînê de jî kir û ragihand: “Amerîka piştgirî li du dewletan dike, bo Îsraîlê û Felestînê.”
Donald Trump diyar kir: “Ez dê biryareke taybet ji bo çareserkirina pirsgirêka navbera Îsraîl û Felestînê bidim.”
Serokê Amerîkayê tekezî li ser wê jî kir, ku hemû serkirdeyên Amerîkayê di mijara veguhastina balyozxaneya Amerîkayê bo Urşelîmê de şikest xwaribûn.




