10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Trump û Macron li ser diyaloga Hewlêr û Bexdayê li hev kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Ajans-KDP.info- Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Fransayê Emmanuel Macron di pêwendiyeke telefonî de rewşa Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin û li ser diyaloga di navbera Kurdistan û Iraqê de lihev kirin.

Koşka Spî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê li gel Serokê Fransayê Emmanuel Macron axviye û di vê pêwendiya telefonî de li ser çend mijaran ku ya sereke pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê bû, gotûbêj kirin.

Koşka Spî herwiha daye xuyakirin, di vê pêwendiya telefonî de, "her du serok li ser wê yekê li hev kirin, ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi gotûbêjê pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Trump û Macron herwiha behsa "pirsgirêka Felestîn-Îsraîlê û proseya aştî li Rojhilata Navîn" jî kirine.

Her du serokên Amerîka û Fransayê di beşeke din a pêwendiya telefonî de tekezî li ser wê jî kirine, ku hevpeymaniya her du welatan giring e ji bo îstiqrara Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê.

Gotûbêja navbera Trump û Macron û gotûbêjkirina wan li ser pirsgirêkên navbera Kurdistanê û Iraqê, tenê du rojan piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re bo Fransayê tê.

 

Ev pêwendiya di navbera Trump û Macron de di demekê de ye ku roja şemiyê 02-12-2017ê şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elyseeyê ji aliyê Macron ve hatibû pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tevî cîgrê serokwezîr Qubad Talebanî û şanda bi wan re li Koşka Elyseeyê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin pêk anîbûn û tê de Serokê Fransayê tekez kiribû ku pêwîst e madeya 140 a destûrê Iraqê bê cîbicîkirin û herwiha milîsên mîna Heşda Şeibî li Iraqê nemînin û mafê Kurdistanê jî bên garantîkirin.

Fransa êdî piştî derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa, tekane welatê ewropî ye di nava Encumena Asayişa Navdewletî de. Çavdêr dibêjin, eger Bexda razî nebe diyalogê ligel Kurdistanê bike, wê demê dibe ku Fransa wê pirsê bibe Encumena Asayişê û li wir diyalogê li ser Bexdayê ferz bike.

Fransa wek welatekî bihêz ê Amerîka ye û Serokê Amerîka jî gelek caran tekez kiriye ku ew di gelek pirsên Rojhilata Navîn de ligel Serokê Fransa hevnêrîn e. Lewma jî niha Serokê Fransa dixwaze Amerîka jî ligel wê hewl bide ji bo diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Nûçeyên têkildar