Parlamenterê PDKê: Kurd li Bexda yekhelwêst in û pêkve daxwaza mafê Kurdistanê dikin

Bexda-KDP.info- Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Erefat Kerem dibêje, hemû frakisyonên Kurdistanî li Bexda pêkve nameyek ji hersê serokatiyên Iraqê re şandiye û tê de daxwaza mafê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê kiriye.
Erefat Kerem ji malpera KDP.info re ragihand: “Me wek hemû frakisyonên Kurdistanî li Bexdayê nameyek ji Serokwezîrê Iraqê, Serokatiya Parlamentoyê, Serokatiya Iraqê û Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê re şandiye û tê de me gotiye eger mafê me neyê cîbicîkirin, em deng nadin projeyasaya budceya giştî ya Iraqê.”
Kerem wiha got: “Mebesta me ji wê nameyê ew e ku bizanibin Kurd yekhelwêst in û îmzaya hemû firakisyonên Kurdistanî li ser heye, herwiha me hemûyan tekez kiriye ku eger mafê Herêma Kurdistanê neyê pesendkirin, em wek firakisyonên Kurdistanî dengê xwe nadênê û herwiha têbîniyên suneyan jî li ser wê projeyasayê heye.”
Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Erefat Kerem dibêje, hemû frakisyonên Kurdistanî li Bexda pêkve nameyek ji hersê serokatiyên Iraqê re şandiye û tê de daxwaza mafê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê kiriye.
Kerem da zanîn ku wan di nameya xwe de daxwaz kirine ku dîsa rêjeya para Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê bibe % 17 û herwiha pereyê Hêzên Pêşmerge bidin û mûçeyê fermanberên Kurdistan bên dayîn.




