Muqteda Sedir ji hêzên xwe xwast ji Kerkûkê vekişin

Kerkûk-KDP.info- Muqteda Sedir daxwaz ji hêzên Seraya Selam a ser bi tevgera xwe ve kir, ku bi temamî ji Kerkûkê vekişin û hemû baregehên xwe bigirin.
Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir daxwaz ji hêzên Seraya Selam a di nav Heşda Şeibê de kir di nava 72 demjimêran de bi temamî ji Kerkûkê vekişin.
Muqteda Sedir di heman demê de daxwaz ji hêzên Seraya Selam a ser bi tevgera xwe kiriye ku hemû baregehên xwe bigirin.
Sedir herwiha amaje bi wê yekê dike ku divê li Kerkûk û tevahiya bajarên Iraqê kontrola ewlehiyê radestî hêzên ewlehiyê bê kirin.
Derbarê wê yekê de, Endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Sedir biryara vekişandina Seraya Selam daye ji ber ku dizane yê ku êrîşî wê hêzê kir li Kerkûkê ne DAIŞ bû û welatekî herêmî dixwaze Seraya Selam ji Kerkûkê derkeve, lewma Sedir ew biryar da. Herwiha Sedir hest bi wê yekê kiriye ku hêzeke Heşda Şeibî dixwaza tawanên zêdetir li Kerkûkê bike, lewma jî ew naxwazin di wan tawanan de beşdar bin û biryar dan ku ji Kerkûkê vekişin.”




