Amerîka du komên Heşda Şeibî dixe lîsteya terorê

Ajans-KDP.info- Kongreya Amerîka li ser wê yekê gotûbêj dike ku du komên Heşda Şeibî bixe lîsteya terorê.
Endamên Kongreya Amerîka Trent Franks û Brad Sherman pêşniyarqanûnek pêşkeşî Kongreyê kirine ku, rêxistinên Esayîb Ehlê Heq û Hizbullaha Iraqê yên Heşda Şeibî, wekî rêxistinên terorîst bên nasandin.
Rêxistina Esayîb Ehlê Heq di bin serokatiya Qeys Xezelî û rêxistina Hizbullaha Iraqê di bin serokatiya Ekrem Keibî bi dijberiya xwe ya hemberî Kurdistanê û Amerikayê tên naskirin.
Heşda Şeibî bi fetwaya Elî Sistanî di 2014an de hat damezrandin. Di nav wê de 67 rêxistinên çekdar hene. Heşda Şeibî di Mijdara 2016 de ji aliyê parlamentoya Iraqê ve wek hêzeke fermî ya Iraqî hat pesendkirin. Heşda Şeibî niha bi temamî di bin kontrola pasdarên Îranê de ye.




