Serokwezîrê Lûbnanê: Destên Îranê dê werin jêkirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Lûbnanê Sead Herîrî dest ji karê xwe kişand û got: “Ditirsim werim kuştin. Destên Îranê dê werin jêkirin.”
Serokwezîrê Lûbnanê Sead Herîrî bi awayekî fermî dest ji karkişandina xwe ragihand û bi tundî êrîş bire ser Îran û Hizbûllaha Lûbnanê.
Herîrî got: “Em li dijî gelên Lûbnan û Sûriyê bikaranîna çeka Hîzbûllahê red dikin. Hizbûllah bi çek biryarên xwe bi ser Lûbnanê de disepîne.”
Sead Herîrî eşkere kir, ku destwerdanên Hizbullahê bûye sedema pirsgirêkan di navbera Lûbnan û welatên erebî de û wiha axivî: “Îran li ku derê be li wir pirsgirêk û fîtne dibe. Lewma dê destên Îranê yên li herêmê werin jêkirin.”
Serokwezîrê Lûbnanê herwiha got: “Îran dixwaze cîhana erebî wêran bike. Îran bi kontrola herêmê, biryara siyasî ya Sûriye û Iraqê dide. Ew xirabkariyên ku Îran dişîne herêmê, paşî rûbirûyê wî tên.”




