10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hêzên Pêşmerge li hemû aliyan êrîşên Heşda Şeibî şikandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro careke din milîsên Heşda Şeibî û hêzên din ên Iraqê êrîş kirin ser çend eniyên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge li hemû eniyan bi tundî bersiva wan dan û ew êrîş şikandin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrên malpera KDP.info, ku zanyarî ji fermandarên Pêşmerge wergirtine, li hemû eniyên şer, çekdarên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê hatine şikestin.
Li gorî zanyariyên destpêkê, ziyanên mezin gihane çekdarên Heşda Şeibî û çendîn serkirdeyên wan jî hatine kuştin. Heriwha nêzîkî 20 hamer û otomobîlên leşkerî yên Heşda Şeibî hatine şewitandin.
Derbarê ziyanêm canî jî, li gorî zanyariyên destpêkê hejmara kuştî û birîndarên heşda Şeibî zêdetirî 150 kesî ye, ku tenê li nexweşxaneya Zûmar 45 termên Heşda Şeibî hene û herwiha 80 birîndar jî bo Mûsilê hatine şandin.
 

Nûçeyên têkildar