Sihêla- Pêşmerge tank û hamerên Heşda Şeibî teqandin..Êrişa wan têk birin

Sihêla-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge ji Fermandehiya Dihokê dibêje, Hêzên Pêşmerge li navçeya Sihêla ya ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê, pilana Heşda Şeibî jinav birin û ziyaneke mezin gihandin wan.
Lîwa Diyar Surçî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê sibehê saet 5 hêzên Heşda Şeibî dest bi êrîşekê kirin li Sihêla, ji bo ku xwe bighînin Deriyê Îbrahîm Xelîl, lê Hêzên Pêşmerge bi qehremanî li wan dan û bersiveka tund dane wan.”
Surçî wiha got: “Heşda Şeibî nikarî pêşde bê û paşve kişiyan. Gelek zerer û ziyan dîtin. Heta niha 3 hemer û tankeke wan bi destê Pêşmegre hatine teqandin. Herwiha balafireke wan a çavdêriyê jî jinav birine.”




