10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Fermandariya Pêşmerge: Em bi tundî parastina ax û gelê Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand, ku liv û tevgera hêzên Iraqê ya li ser sînorên Kurdistanê dê bibe sedema karesateke mezin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, şeva borî hêzeke Heşda Şeibî û beşek ji hêzên Artêşa Iraqê dest bi tevgerê kirine û xwe amadekirine bo êrîşkirina ser deverên di bin desthilatê pêşmerge de, bi taybetî jî li derdora Kerkûkê.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dibêjhe: “Ew tevger piştî handana biyanî û herweha gefên çend rojên borî yên hejmarek ji berpirsên leşkerî û siyasî yên Iraqê li dijî gelê Kurdistanê hat û amajeyên metirsîdar yên derketina şer û êrîşa li ser Kurditanê têde ye.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em hevpeymaniya navdewletî û raya giştê ji wê yejkê haydar dikin ku ew yek wê bibe sedem derketina karesateke mezin.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê diyar kir, ku ew di xema rewşê de ne û daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir, ku li şûna hêz û xwesepandinê, dest bi diyalogê bike bo çareserrkirina pirsgirêkan.

Daxuyanî dibêje: “Gef û êrîş nayên qebulkirin û nikarin ti pirsgirêkekê çareser bikin û hêza pêşmerge wê bi tûndî berevaniyê ji gelê kurd bike û rê nade ku kes bi zimanê çek û zorê serederiyê li gel Kurdistanê de bike.”

Herwiha Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dibêje, ku pêwîst e tevahiya hêza pêşmerge di amadebaşiya temam de be bo bersivdana her cure hêzekê û her cure êrîşekê.

 

Nûçeyên têkildar