10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Yekîtiya Ewropa: Bila Neteweyên Yekbûyî çavdêriya diyaloga Hewlêr û Bexdayê bike

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Bilêkwa daxwaz kir ku diyalogeke cidî bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo çareserkirina hemû pirsgirêkan. Herwiha ragihand ku Yekîtiya Ewropa jî ji alîkariya wê diyalogê re amade ye.

Îro Dûşemê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Ramon Bilêkwa û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de, Bilêkwa kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û hêvî kir ku diyalogeke cidî bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo çareserkirina hemû pirsgirêkan. Herwiha ragihand ku Yekîtiya Ewropa jî ji alîkariya wê diyalogê re amade ye.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya wê serdanê kir û hêviya serkeftinê ji Ramon Bilêkwa re xwest û amaje bi wê yekê jî da ku Herêma Kurdistanê beriya referandumê û piştî wê jî daxwaza diyalogê ji Bexdayê dike, ji ber ku ti pirsgirêkek bi alozî û tundiyê çareser nabe û tenê diyalog û jihevtêgiheştin çareserî ye.

Serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku Neteweyêm Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa û welatên cîhanê dikarin roleke erênî bibînin bo amadekariyên diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Herwiha di wê hevdîtinê de çendîn mijarên din ên girêdayî Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê, hatin gotûbêjkirin.

 
 
 

Nûçeyên têkildar