Serok Barzanî li Kerkûkê: Kerkûk Kurdistanî ye..Gelê Kurdistanê biser keft

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Kerkûkê kir û li wir ragihand ku nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye û gelê Kurdistanê bi yekrêziya xwe biser ket.
Îro Dûşema 02/10/2017 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana bajarê Kerkûkê kir û serpereştiya civîneke berfireh kir.
Di civînê de, ku bi amadebûna Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Necmedîn Kerîm Parêzgerê Kerkûk û Mihemed Hacî Mehmûd Endamê Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Kerîm Sincarî Wezîrê Pêşmerge bi wekalet û berpirsên siyasî û îdarî û emnî û serbazî û fermandeyên Pêşmerge li mîhwerên Kerkûk û Germiyan û Mexmûrê birêveçû, Serok Barzanî pîrozbahî û destxweşiyê li xelkê Kurdistanê û hemû hemwelatî û pêkhatên Kerkûk û Pêşmerge û asayîş û polîs û wan hemûyan kir, ku rola wan li bi hêminî birêveçûn û serkeftina proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê de hebû û ragihand, referandum ne dijî destûra Iraq û ne dijî mîsaqa Neteweyên Yekgirtî û peymanên navdewletiyane, lê belê amrazek e ji bo şer'iyetdana bi daxwazan û biryara gelê Kurdistanê ya ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe, herwiha ew yek jî dûpat kir ku referandum peyam û dengê aştiyane yê gelê Kurdistanê ye ji bo Iraq û welatên cîran.
Her di vê civînê de Serok Barzanî bal kişand ser nûtirîn pêşhatên siyasî û karvedana civaka navdewletî û Bexda û eger û gefên qonaxa paşarojê kir û tekez jî li parastina aramî û hêminî û pêkvejiyana birayaneya di navbera pêkhatên bajarê Kerkûk bi taybetî û Kurdistan bi giştî kir. Tekez jî li wê yekê kir ku nasnameya Kerkûk Kurdistanî ye û pêwîst e Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî.
Di dirêjahiya şîrovekirina rewşê de Serok Barzanî dûpat kir ku gelê Kurdistanê bi yekrêzî serket û her bi yekrêzî jî dikarê destkeftan biparêze û serkeftinên mezintir jî bi destbîne.
Di beşekî dinê vê civîna berfireh da berpirsên serbazî û emnî û îdariyên Kerkûkê û fermandeyên mîhwerên Kerkûk û Germiyan û pirs, têbînî û pêşniyarên xwe yên di derbarê parastina aramî û eger û gefên li qonaxa niha û paşarojê de xistin pêşberî Serok Barzanî.




