10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Polîsên Spanyayê êrişî dengderên Katelonya dikin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Xelkê Herêma Katelonya dengê xwe didin serxwebûna herêma xwe, lê polîsên Spanya êrişî wan dikin û îro nêzîkî 330 kes di encama wan êrişan de birîndar bûne.

Îro 1ê Cotmeha 2017ê, Herêma Katelonya ya Spanyayê ji bo serxwebûnê referandumê dike. Lê hikûmeta navendî ya Spanyayê giştpirsiyê qebûl nake û rê nade katelonî bi şêweyeke demokratîk biryara cihêbûna ji Madrîdê bibin.

Li hemû bajarên Katelonyayê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatine girtin. Polîs û hêzên ewlekariyê li kolanan belav bûne û bi tundî destwerdana dengdêran dikin.

Polîs û hêzên ewlekariyê ketine hindek navdendên dengdanê lê xelkê Katelonyayê ev çend roj in di navendên dengdanê de nobetê digrin û rê nadin hêzên ewlekariyê.

Serokwezîrê Spanya Sureya Sanêz di dema dengdanê de ragihand ku divê demildest piroseya referandumê bê rawestandin.

Nûçeyên têkildar