10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Parlementoya Kurdistanê: Em hemû biryarên Bexdayê red dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlementoya Herêma Kurdistanê bi piraniya dengên parlementeran bersiv da biryarên Parlementoya Iraqê û ragihand, ku biyarên Bexdayê bi tevahî, ne yasayî ne û giştpirsiya Herêma Kurdistanê bi piştgiriya Destûra Iraqê hatiye kirin.

Herwiha Parlementoya Kurdistanê ji welatên cîran daxwaz kir ku rêz li yasayên Herêma Kurdistanê bigrin û diyar kir, ku li gor Destûra Iraqê girtina deriyên sînorî, ne di destê hikûmeta Iraqê de ye.

Biryarên Parlementoya Kurdistanê

1- Parlementoya Kurdistanê destxweşî û pîrozbahiya serkeftina referanduma serxwebûnê li gelê Kurdistanê dike ku di pêvajoyeke demokratîk û şaristanî de xwesteka xwe ji cîhanê re nîşan dan li gor bingeha yasa û qanûnên navdewletî û Destûra Iraqê. Niha desthilatdariya fermî ya Herêma Kurdistanê radispêre ji bo cîbicîkirina encamên referanduma ku di 25ê Îlona 2017an de hate pêkanîn.

2- Parlementoya Kurdistanê pesend dike û piştgirî dide nivîsa ragihandî ya encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ku di civîna hejmara 31ê ya 28ê Îlona 2017an de weke beşeke ji bersiva Parlementoya Kurdistanê bo biryarên Encumena Nûneran û Encumena Wezîran Iraqa Federal. Herwiha bal dikşîne ser wê yekê ku divê hikûmet bi yasa û biryarên Herêma Kurdistanê kar bike.

3- Em ji civaka navdewletî û welatên cîran daxwaz dikin rêz li biryara gelê Kurdistanê bigrin. Li ser piyadekirina mafê diyarkirina çarenûsê jî, Parlementoya Kurdistanê bawerî dide welatên cîran û herêmê  ku referanduma Kurdistana Iraqê bi ti awayî gef nîne li ser asayişa neteweya ti welatekî. Herêma Kurdistanê li vê herêmê faktora aramî û hizûrê bû û dê wisa bibe.

4- Yasa û biryarên Encumena Nûnerên Iraqê, li gor benda duyem a madeya 121 a Destûra Iraqê û biryara hejmara 11ê ya sala 1992an a Parlementoya Kurdistanê, bi ti awayî qabilî cîbicîkirinê nîne li Herêma Kurdistanê heta ku li Parlementoya Kurdistanê biryara cîbicîkirinê dernekeve.

5- Parlementoya Kurdistanê biryara Encumena Nûnerên Iraqa Federal di civîna hejmara 23ê ya roja 27ê Îlona 2017an de ku taybet bû bi berteka li ser encamdana referandumê li nav Herêma Kurdistanê û li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, red dike û cardin diyar dike ku biryar nedestûrî ye û neyasayî ye.

6- Parlementoya Kurdistanê bi tevahî biryarên desthilatdar ên yasadanîn, raperandin û dadweriya Iraqa Federal red dike ku weke bertekek li hember encamdana pêvajoya referandumê têne dayîn.

 

Nûçeyên têkildar