Hikûmeta Kurdistanê: Biryarên Bexdayê cezakirina bi kom a gelê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê qedexekirina geştên esmanî û daxistina firokexaneyên Kurdistanê bi cezakirina bi kom a xelkê Kurdistanê bi nav kir û ragihand, ku ev biryara Iraqê bi temamî biryareke siyasî û nedestûrî ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li Iraqê û Netewên Yekgirtî jî kir, ku vê cezakirina bi kom a gelê Kurdistanê bidin rawestandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rawestandina geştên esmanî yên firokexaneyên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê d ku li ser navê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî hatiye belavkirin, tê gotin: “Derbarê beyannameya îro ya ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê y abo rawestandina geştên esmanî yên navdewletî yên her du firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve em radigihînin, ku cîbicîkirina vê biryarê cezakirina bi kom û dorpêçkirina bi kom a xelkê Kurdistanê ye û rijdî ye li ser wan binpêkariyên yasayî û mirovî ku li bemaber gelê Kurdistanê dike, bi hinceta sepandina desthilata federaliya Iraqê, di demekê de ku firokexaneyên Herêmê ji diriskirina wan ve heta niha li gorî destûr û yasayên karpêkiriyên Iraqê kar kirine û çendîn destxweşî û spasname ji desthilata firokevaniya sivîl a Iraqê wergirtine û şanazî bi wan hatiye kirin, berdewam jî tîmên hikûmeta Iraqê bo çavdêriyê serdana her du firokexaneyên Herêma Kurdistanê kirine.”
Li gorî daxuyaniyê, biryara Bexdayê dibe rêgir li berdem çûna berdewam a nexweş û pêşmergeyên birîndar ên şerê DAIŞê bo derve ji bo çareseriyên pizîşkî, ku hinek ji wan pêwîstî bi çavdêriyeke berdewam a pizîşkî hene û wiha berdewam dike: “Çendîn rêxistinên mirovî jî ku alîkariya êzidiyên qurbaniyên destê DAIŞê û awareyan dida, neçar bûn Kurdistanê ter bikin, bi sedan malbatên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî, ji Kurd û Mesîhî û Erebên Sunnî ku li wealtan belav bûne, nikarin serdana hev bikin û bigihîjin hev.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê biryara Iraqê weke binpêkirina mafê yasyaî û destûrî yê xelkê Kurdistanê bi nav dike û dibêje, bi vê biryara Bexdayê rê ji tevgera bazirganiya welatiyên Kurd bo derve tê girtin.
Sefîn Dizeyî di daxuyaniyê de wiha dibêje: “Bi vê biryarê rê li karê bi hezaran hevwelatiyên Herêma Kurdistanê tê girtin, ku bazirganiyê li gel derve dikin û mafekî bingehîn ê medenî û mirovî yê xelkê Kurdistanê, weke tevger û hatinûçûn û geştkirina hêsan û asayî binpê dike, mafek ku yasa û destûra Iraqê û yasayên navdewletî û rêkevtinnameya navdewletiya Chicago (Şîkago) y abo firokevaniyê û carnameya cîhanî ya mafên mirov û rêkevtinnameya navdewletiya mafên medenî û siyasî, ji hemû kesan re garantî kirine.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me daxwaz li hikûmeta Iraqê kir, ku aliyên pêwendîdarên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Iraqê rûnin û her ji hev tênegihîştinek hebe, em çareser bikin, lê belê mixabin hikûmeta Iraqê gotûbêj û civîn red kiriye, çimku ti arîşe û ji hev tênegihîştineke wisa nîne û ev biryar bi temamî biryareke siyasî ye.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rawestandina vê cezakirina bi kom û biryara siyasî ya nedestûrî bang li Netewên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê dike û dibêje: “Em dubare daxwaz li hikûmeta Iraqê û Netewên Yekbûyî dikin, ku vê cezakirina bi kom û vê biryara siyasî ya nedestûrî bisekinînin û hikûmeta Iraqê jî wê yekê nexe ser cezakirina darayî ya 4 salên bihorî ya li hember gelê Kurdistanê, ku di heyama wan 4 salan de karî mezintirîn berevaniyê li bermaber êrişa DAIŞê encam bide û têkbişkîne û Herêma Kurdistanê di vî şerî de mezintirîn alîkarî pêşkêşî xelk û pêkhateyên netewî û olî yên Iraqê û Sûriyê kir, ku nêzîkî 2 milyon ji wan weke penaber û aware berê xwe dan Herêma Kurdistanê, pêşmergeyên Kurdistanê alîkariyeke herî zêde pêşkêşî artêşa Iraqê kir.”




