Mîrê Êzdiyan: Serok Barzanî mafê me garantî kir û me jî dengê xwe da serxwebûnê

Dihok-KDP.info- Mîrê Êzdiyên Cîhanê Mîr Tehsîn Beg îro di referandumê de beşdar bû û ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî mafê Êzdiyan garantî kiriye lewma ew jî dengê xwe didin serxwebûna Kurdistanê.
Mîr Tehsîn Beg piştî ku bi Erê dengê xwe da referandumê û ragihand: “Serok Barzanî soz da me ku mafê Êzdiyan di dewleta Kurdistan de dê parastî be, lewma jî me biryar da ku em dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.”




