Serok Barzanî û şanda Erebistana Siûdî civiyan

Hewlêr-KDP.info- Şandeke pilibilind a Erebistana Siûdî serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir û tevî gihandina silava Şahê Erebistanê, bal kişandin ser pêşxistina pêwendiyên navbera Erebistana Siûdî û Herêma Kurdistanê.
Êvara roja şemiyê 16ê Îlona 2017an li Pîrmamê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewleta Şahnişîna Erebistana Siûdî bo Karûbarên Kendavê Tamir Sebhan kir.
Tamir Sebhan rêz û silavên Şah Selman û cînişînê şahê Siûdiyeyê ji Mesûd Barzanî re ragihand û rêz û pêzanînên welatê xwe jî ji bo gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge nîşan daye.
Sebhan bal kişandiye ser berdewamî û pêşxistina dostaniya dêrîn a navbera Erebistana Siûdî û Kurdistanê û amadebûna welatê xwe bo navbeynkarî û zemînsaziya gotûbêja ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan daye.
Li hember wî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêzanînên xwe û gelê Kurdistanê bo helwest û giringîdana Şah Selman û cînişînê şahê Siûdiyeyê derbiriye. Herwiha bal kişandiye ser pêwendiyên dîrokî yên navbera Erebistana Siûdiyê û Kurdistanê û diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê ti car derî bi ser diyalog û gotûbêjê de negirtiye.




