Serokomarê Koreya Başûr nameyek ji Serokwezîrê Kurdistanê re şand

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Koreya Başûr nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re sand û têde tekezî li ser pêwnediyên navbera Hewlêr û Seoulê di hemû waran de kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro duşembiyê li Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Koreya Başûr ê li Herêma Kurdistanê Park Yung Kiyo û şandeke pê re kir.
Park Young-Kyu di vê civînê de nameyeke Serokê Hilbijartî yê Koreya Başûr Moon Jai-in pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokê Koreya Başûr di vê nameya xwe de tekezî li ser berev pêş birina pêwnediyên navbera Hewlêr û Seoulê di hemû waran de kiriye.
Konsulê Koreya Başûr di civîna îro de amaje bi cîbicîkirina çend projeyên rêxistina KOIKA ya Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê, di warên berhemanîna elektrîkê û dabeşkirina wê de kir û amadebûna welatê xwe jî bo alîkariya jib o pêşvebirina teknolojî û sektora giştî li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Konsulê Koreya Başûr herwiha aşkere kir: “Di meha bihê de, em dê navendeke perwerde û rahênanê bo kadroyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya şandina nameyê ji aliyê Serokomarê Koreya Başûr û serdana Konsulê wî welatî û alîkariyên wî welatî yên bo Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser xurttirkirina pêwendiyên du alî yên navbera Hewlêr û Seoulê jî kir.
Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwazek ji Konsulê Koreya Başûr kir, ku “sermayedarên welatê xwe han bidin ku bihêne Herêma Kurdistanê û sermayedaneriyê bikin û ezmûna Koreya Başûr di warên ciyawaz de û bi taybet di ware bi elektirînîkirina saziyên hikûmdetê de, veguhêzin Herêma Kurdistanê.”




