10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî bo Komkara Erebî: Giştpirsî nayê paşxistin..Gelê Kurdistanê biryara xwe daye

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz kiriye ku giştpirsî "heta demekê were paşxistin". Lê Barzanî diyar kiriye: “Bawerî di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de nemaye, ji ber vê gelê Kurdistanê biryara giştpirsiyê daye û giştpirsî jî di dema xwe ya diyarkirî de dê were kirin.”

Êvara roja şemiyê 09ê Îlona 2017an li Selaheddîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebuxeyt û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de ku Endamên Encûmena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê amade bûne, Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina DAIŞê kiriye û pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Musilê li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiriye û herwiha pêzanînên xwe ji bo pêşketina hemû aliyên Herêma Kurdistanê hebûye û tekez li wê yekê kiriye ku Herêma Kurdistanê ji bo Komkara Erebî girîng e û Komkara Erebî xwazyarê aramî û bihêzbûna Kurdistanê ye.

Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî bal kişand ser wan êşan ku bi ser gelê Kurdistanê de hatine û ragihand ku di bin ronahiya bersîva Serok Barzanî ya ji bo nameyê de, hatiye ku ji nêzîk ve di derbarê kêşeyan û paşeroja Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Serok Barzanî biaxive û wê yekê xisterû ku bi wê encamê gihîştiye ku pêwîst e gelê Kurdistanê were parastin û herwiha derfetek bi Herêma Kurdistan û Iraqê were dayîn ku pêkve bijîn û nîgeraniyên xwe jî bi Serok Barzanî ragihand li birêveçûna referanduma li Herêma Kurdistanê û daxwaz kir ku referandum ji bo demeke din were paşxistin û di bin çavdêriya civaka navdewletî de danûstandin di navbera Hewlêr û Bexda de were kirin.

Di beranber de Serok Barzanî bi xêrhatina Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî û şanda li gel kir û ji bilî wê yekê bal kişand ser sedemên cûr bi cûr ên şerê terorîstên DAIŞê û ragihand ku ji bilî nebûna çek û rewşa xerab a aborî, Pêşmerge bi xwîna xwe efsaneya DAIŞê şikand û ew ji bo gelê Kurdistanê cihê şanaziyê ye. Herwiha behsa gefên terorê kir li ser aştî û bexteweriya gelan û ragihand ku rûbirûbûna terorê hewlekî hemû aliyene pêwîste û divê şerê fikrî û civakî û aboriya terorê jî bê kirin.”

Di derbarê babeta referandumê de jî Serok Barzanî wê yekê bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî ragihand ku referandum biryareke take kesek nîne ku bi hêsanî bê paşxistin belku biryara xelk û hêzên siyasiyên Kurdistan e. Herwiha bal kişand ser dîroka hevbeş a gelê Kurdistan û dewleta Iraqê û behsa wan êşan kir ku bi ser gelê Kurdistanê de hatiye û tekez li wê yekê kir ku ji wê dîroka hevbeş ve şirîkatî nehat bicihkirin û tewafuq û destûr û rêkeftin jî hatin binpêkirin.

Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku li gor ezmûnên şikestxwarî yên li qonaxên cûr bi cûr û bi cîhnekirina şeraket û binpêkirina destûr û rêkkeftinan, bawerî di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de nemaye, ji bo wê yekê gelê Kurdistanê biryara referandumê daye û referandum jî di dema xwe ya diyarkirî de tê encamdan û gelê Kurdistanê bi amrazên aştiyane û diyalog û danûstandinan mafên xwe mîsoger dike.”

 

Nûçeyên têkildar