10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şandeke pilebilind ji Amerîka ligel Serok Barzanî civiya

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilinda dîplomasî û serbaziya Amerîkayê kir.

Îro Sêşema 29.08.2017 li Selaheddîn, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Amerîkayê kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq, General Stephen Townsend Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye, General Paul Funk ku li şûna General Stephen Townsend dest bi kar dibê û Ken Gruss Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê pêkhatibûn.

Di destpêka hevdîtinê de General Stephen Townsend ragihand ku erkê wî yê wekî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye bi dawî hatiye û vedigerê welatê xwe û General Paul Funk li şûna wî destbikar dibe. Serok Barzanî hêviya serkeftinê li erkê nû yê her dû Generalan xwest.

Di dirêjahiya hevdîtinê de bi hurî behsa rewşa Mûsil û bereyên rûbirûbûna li gel terorîstan bi giştî û navçeya Tele'fer bi taybetî kir û her dû alî hevre bûn ku derxistina DAIŞê ji Mûsil û navçeyên din bi wateya dawiya terorê nayê û tekez li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera her dû aliyan kirin.

Di beşekî dinê hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Sûriye û pêşketinên li dijî DAIŞê, xistin ber behs û guftûgoyan.

 
 
 

Nûçeyên têkildar