10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî bo Çawuşoxlu: Biryara gelê Kurdistanê mafekî demokratîk û aştiyane û xwezayî ye

Çavkanî: KDP.info
 

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Tirkiye kir û di dê hevdîtinê de got ku Kurdistan û Iraq dikarin bibin 2 cîranên baş. Herwiha got jî ku biryara gelê Kurdistanê mafekî demokratîk û aştiyane û xwezayî ye.

Îro Çarşema 23.08.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mewlud Çawuşoxlu Wezîrê Derveyê Tirkiye û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Tirkiye silavên Serokomar û Serokwezîrê welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û jibilî balkişandina li ser rola girîng a Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan de li Serok Barzanî kir û di axaftina xwe de behsa wê dostayetî û pêwendiya baş di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de kir û di derbarê pirsa referandumê de tekez li ser wê yekê kir ku welatê wan bawerî bi mafên gelê Kurdistanê heye û êş û azarên wan fêm dikin, lê belê wiha dizane ku referandum di vê demê de dibe sedema pirsgirêkan û aramiya navçeyê biguhere, ku dilgiraniyên Tirkiye di vê derbarê de bi Serok Barzanî gihand û ew yek jîdiyar kir ku welatê wan amade ye beşdar be di hewla navdewletiya ya ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda de.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Serokomar û Serokwezîrê Tirkiye kir û herwiha pêzanînên xwe ji bo hevkarî û alîkariyên Tirkiyê yên ji bo Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de hebû.

Di derbarê pirsa referandumê de Serok Barzanî bi eşkere behsa wa sedemên ku wiha li gelê Kurdistanê kirine biryara referandumê û pêngavên ji bo serxwebûnê bavêje, kir.

Serok Barzanî ronahî xist ser dîroka pir bi êş a gelê Kurdistanê ligel dewleta Iraqê û tekez kir ku tevîhebûna zulm û enfal û jenosaydan ku hatibûn serê gelê Kurdistanê lê me biryar da ku em rûpeleke nûligel Iraqê vekin û piştî 2003 me hemû hewlên xwe dan ku Iraqekî nû li ser bingeha şeraket û destûr ûlihevkirinî ava bikin, lê belê şeraket û destûr û tewafuq hate binpêkirin û di dawî de gelê Kurdistanê ji dewleta Iraqê bêhêvî bûye û naxwaze bi tu awayekî ezmûnên tehl ên derbasbûyî dûbare bibin, herwihagelê Kurdistanê jî berpirs nebûye ji wê rewşa niha hatiye holê belku siyaset û şaşiyên Hikûmetên Iraqê bûne sedem.

Serok Barzanî ragihand ku biryara gelê Kurdistanê mafekî demokratîk û aştiyane û xwezayî ye ûherwiha dê bibe sedemek ji bo rêgirtina li nearamî û şer, ji bo wê yekê madem şeraket şikest anî em û Iraq dikarin wekî 2 cîranên baş li gel hevdû da bijîn. Serok Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku ezmûna salên derbasbûyî pîşan daye ku Kurdistan fakterê aramî û aştiye li navçeyê û ji bo gelê Kurdistanê jî girîng e.

Her di vê civînê de herdu aliyan biryar dan ku li ser pêwendî û şêwirên xwe berdewam bin. 

Nûçeyên têkildar