10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

PDK û Goran dicivin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku sibe Duşemê dê Polîtburoya PDKê û Tevgera Goran bicivin û tê de gelek mijaran gotûbêj bikin.

Piştî pêwendiyên telefonî yên di navbera PDK û Goran de di dema borî de, êdî civîna di navbera herdu aliyan de nêzîk bûye û derbarê dema wê civînê de Mehmûd Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîna me ligel Goran roja Dûşemê 21-8 lidar bikeve. Herwiha ew civîn dê li avahiya Tevgera Goran li Silêmaniyê birêve biçe.”

Gelek mijar hene ku herdu alî gotûbêjan li ser bikin. Derbarê wê yekê de Mehmûd Mihemed ragihand: “Wek hercar di civînên herdu aliyan de di serî de û bi rêkeftina herdû aliyan dê naveroka civînê bê danîn û piştre dê ew naverok bê diyarkirin ku behsa çi xalan bikin.”

Berdevkê PDKê endamên şanda PDKê bo civîna ligel Goran eşkere kir û ku ev in: Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê û Endamên Polîtburoya PDKê Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed û Ceifer Îbrahîm û Îzedîn Berwarî û Rêbwar Yelda.

 
 
 

Nûçeyên têkildar