10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Malbatên enfalkiriyên Barzan: Serxwebûn dê me ji enfal û kîmyabaranan biparêze

Çavkanî: KDP.info

Devera Barzan-KDP.info- Malbatên enfalkiriyên devera Barzan ji malpera KDP.info re behsa rojên xwe yên nexweş piştî proseya enfalkirina 8 hezar Barzaniyan dikin û dibêjin ji bo ku enfal û kîmyabaran dûbare nebin, divê Kurdistan bibe dewleteke serbixwe.

Di rojekê weke îro de, 31-7-1983ê, rêjîma Beisê çend navçeyên derdora Hewlêrê dorpêç kirin û di encamê de 8 hezar zilamên Barzanî hatin girtin û hemû hatin enfalkirin. Hinek gule baran dikirin û hinek jî bi saxî dixistin bin axê.
Ayşe Nûrî ku 2 kur û hevjînê wê ligel 2 birayên wê hatine enfalkirin di wê piroseyê de. Ew dayika dilşewitî dibêje: “Rojeke pir zehmet, dijwar û biêş bû. Serê sibehê bû, rêjîma Beisê artêşa xwe anî ser me, bi helîkopter û tankan hatin û em dorpêç kirin. Êriş kirin ser malan û hemû zilamên Barzaniyan girtin. Zilam û xort hemû digirtin. Hevjînê min û herdu kurên min nanê sibehê dixwarin da ku biçin ser karê xwe, lê ew birin. Em jî bi zarokan re mabûn û tenê em digiriyan. Me nizanîbû em çi bikin, Em bêkes mabûn. Nan û xwarin jî li ser me qut kirin. Nexweşxane û dibistan jî xerab kirin.”


Mîrza Seîd ku 2 birayên wî û 10 kesên wî yên din ketine ber wê karesatê, xem û êşên vê dunyayê hemû di dilê wî de ne. Ew dibêje: “Êdî dem hatiye ku em dawiyê li êş û azarên xwe bînin û em hemû di roja 25-9 de berê xwe bidin referandumê û tê de bêjin Erê ji Kurdistana serbixwe re. Bila em bi dengê xwe birînên xwe derman bikin. Bila em jî wek hemû welatên cîhanê bibin xwedî dewlet. Eger em bibin xwedî dewleteke serbixwe kes nikare me enfal û kîmyabaran bike.”
Fatîma Ebdulah jî ku 3 bira û 2 kurên wê hatine enfalkirin, spasiya xwedê dike ku Sedam û alîkarên wî gihîştine mafê xwe û dibêje: “Em baş dizanin ku her malek çend kes tê de hatine enfalkirin û çi êş û nexweşî dîtine. Em hemû wek hev in. Lewma jî ez ji wan re dibêjim xwîna wan vala naçe û em di bin siya wan şehîdan xwedî Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê ne û herwiha niha em ber bi xewna wan şehêdan ve diçin, ku serxwebûn û dewleta Kurdistanê ye, ku ev yek jî dê birînên me derman bike.”
 

Nûçeyên têkildar