10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Siyasetmedarekî Almanî: Kurdistan hêjayî serxwebûnê ye

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Siyasetmedarekî Almanî piştevaniya xwe bo referandom û serxwebûna Kurdistanê nîşan da û got, min di facebookê de alaya Kurdistanê daniye pişt serê xwe.

Siyasetmedarekî Almanî bi navê Andiryas Bîtnîr ji BasNewsê re gotiye, Herêma Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê daye ku xwedan ezmûn û sîtemeka demokratîk e. Bi taybet di şerê DAIŞê de Pêşmerge bi mêrxasiyek mezin şer kir û parastina sivîlan kir. Ji ber wê jî Kurdistanê nîşan daye ku hêjayî serxwebûnê ye.

Andiryas Bîtnîr her wiha gotiye, ruxmî wê yekê ku Kurdistanê di nav kirîzeka darayî de bû lê dîsa jî deriyê xwe bo koçber û penaberan vekir. Ev jî bû sebeba wê ku piraniya welatan berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û alîkariya wê bikin bi taybet Almanya ku her dem bi hewara kurdan hatiye.

Wî siyasetmedarê Almanî li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê jî gotiye, em piştevaniya referandom û serxwebûna Kurdistanê dikin. Min di “cover”a facebooka xwe de jî alaya Kurdistanê daniye. Beşek ji parlamenter û siyasetmedarên Almanya jî mîna min piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin.

Li ser helwesta hikûmeta Almanya li hember referandoma Kurdistanê jî Andiryas Bîtnîr gotiye, referandom û serxwebûn biryara gelê Kurdistanê ye. Hûn dê biryar bidin û ew jî mafekî rewa yê we ye.
 

Nûçeyên têkildar