10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Almanya: Tirkiye ji nirxên ewropayî û ji nirxên NATOyê jî dûr dikeve

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ragihand ku me gelek tehemula Tirkiyê kişand û ev ne hêsan e.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel di axaftina xwe de got: “Me gelek tehemula Tirkiyê kişand û ev ne hêsan e. Lê êdî divê em polîtîkaya xwe ya ligel Tirkiyê biguherînin.”

Sigmar Gabriel di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tirkiye ne tenê ji nirxên ewropayî dûr dikeve, ji nirxên NATOyê jî dûr dikeve. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî di van gotinên min de wek min difikire. Welatekî ku ewlehiya hiqûqî lê tinebe ji bo

veberhênanê em nikarin qewitiyê li ti kesî bikin. Ji hişyariya seyehatê pê ve ti çareyeke me din tineye. Ji bo her kesê alman ku serdana Tirkiyeyê bike risk heye.”

 

Nûçeyên têkildar