10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Encûmena Parêzgeha Mûsilê: Divê Heşdî Şeibî ji Mûsilê vekşe

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Endamekî Encûmena Parêzgeha Mûsilê amaje bi vê yekê dike ku wan daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye ku Heşdî Şeibî li Mûsilê bê vekêşandin û dibêje: ‘’Ya giring aramiya Mûsilê parastî be.’’

Endamê encûmena parêzgeha Mûsilê Xezwan Dawudî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî azad kirina Mûsilê aliyê çepê bajêr heta astekê asayîşa wê başe û bername jî heye di heyama çend mehên pêş de aliyê rastê jî kar li ser bê kirin û bi taybet xizmetkarî bê pêşxistin.’’

Herwaha got: ‘’Naha Mûsil bi temamî hatiye rizgar kirin û pêwîste Heşdî Şeibî jî li Mûsilê bê vekêşîn, bo wê armancê jî me daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kiriye, ji ber eger ew li navçeyê bin dê pirsgirêk derkevin.’’

Nûçeyên têkildar