“Xelkê Deşta Neynewa bi dilxweşî li hêviya roja referandumê ne”

Mûsil-KDP.info- Berpirsê Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê Îsmet Receb dibêje, xelkê Deşta Neynewa dilxweş in bi encamdana referandumê li navçeyên wan û daxwaz dikin ku deşta wan bibe parêzgehek û bikeve ser Herêma Kurdistanê.
Îsmet Receb ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Deşta Neynewa beriya hatina DAIŞê jî daxwaz dikirin ku navçeyên wan bikevin ser Herêma Kurdistanê, niha piştî rizgarkirina wan navçeyan jî û vegera xelkê bo ser mal û warê xwe, dîsa xelk daxwaz dikin ku Deşta Neynewa bibe parêzgehek û di referanduma Kurdistanê de beşdar bibin, da ku bi yekcarî vegerin ser Herêma Kurdistanê.”
Receb wiha got: “Piştî ku Mûsil rizgar bû, êdî navçe zêdetir aram bû û nexasim jî ew navçeyên di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne, lewma jî Serokê Herêma Kurdistanê biryar da ku xelk vegerin ser mal û warê xwe, lewma jî heta niha gelek koçber vegeriyane û heta niha jî vedigerin.”




