9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Artêşa Azad nahêle sutemenî bigehe rojavayê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Komên çekdar yên ser bi Artêşa Azad li ser rêyên di navbera bajêrên rojavayê Kurdistanê û sûriyê da zalgehan danîne û rê nadin ku welatiyên kurd xurak, benzîn û gazoylê bibene bajêrên xwe û tirombêlên sutemeniyê direvînin û ji ber wê yekê aloziya di navbera kurdan û Artêşa Azad da dijwartir dibe.


Jêderekî ji rojavayê Kurdistanê bo rojnameya evro diyarkir ku li bajêrên kurdan li rojavayê Kurdistanê di warê êmnahiyê, perwerde û rêkxistina gel da pênigavên gelek baş hatine avêtin lê rewşa abûriyê roj bi rojê xirabtir dibe û got: (kurdan di gelek waran da pirsên xwe çare kirîne û heta astekî baş rewşa bajêrên kurdan arame lê pirsa herî mezin pirsa nebûna xurak, sutemeniyê ye û ew yek jî jiyana abûrî ber bi sifirê ve dibet û rêveberên kurdan li çareyên bingehîn digerin da ku bişên rê li ber koçberiyê bigirin).


Heman jêderî diyar jî kir ku komên çekdar yên ser bi Artêşa Azad hindek rêyên serekî di navbera bajêrên kurdan û bajêrên sûriyê da kirîne jêr kontirola xwe û nahêlin xurak û sutemî derbazî rojavayê Kurdistanê bibe û ew yek rewşeka gelek aloz di navbera kurdan û leşikirê azad da dirust kirî ye û got: (li bajêrê kobanê welatiyên kurd û asayşa bajêr pêk ve hêriş birine ser koma çekdar û hindek tirombêlên xurak û sutemeniyê û çiwar tirombêlên sutemeniyê ji destê koma çekdar derxistin û kontirola rê jî kirin di destê xwe da û hêzên kurdan hişiyarî dane komên çekdar ku rê negirin û gefa bi kar înana çekî li hemberî hemû zalgehên Artêşa Azad kirin).


Li aliyê dî hatî ye ragehandin ku hevdîtin di navbera kurdan û komên çekdar destpê kirîne da ku bo înana sutemeniyê û xurakê rê bihête vekirin

Nûçeyên têkildar