10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Barzanî: Navçeyên Kurdistanî jî dê çarenivîsa xwe diyar bikin..Êdî em bindestiyê qebûl nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ligel hejmarek ji endamên Rêxistina “Şandek ji bo Giftûgoyê” ya navdewletî civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî jî dê di referanduma Başûrê Kurdistanê de beşdar bin û dê xelkê wan navçeyan biryarê ser çarenivîsa xwe bidin.

Roja pênçşem 06.07.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta guftûgokirina di derbarê referandûm û serbixweyî ya Kurdistanê pêşwaziya hejmarek ji endamên Rêxistina “Şandek ji bo Giftûgoyê” ya navdewletî kir ku ji xwendekar û lêkolînerên warê zanistî û felsefeya siyasî ya li welatên Ewropa pêk hatibûn.

Di vê civînê de Serok Barzanî bi hurî wan sedeman ji bo amadebûyên civînê şîrove kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev referandûm û serbixweyî yê hengavan bavêje û ronahî xist ser dîroka gelê Kurdistanê ya ligel dewleta Iraqê û wan êşên ku ji aliyê hikûmetên yek li dawiya yeke yên Iraqê li hemberî gelê Kurdistanê encam dane û ragihand ku dewleta Iraqê li ser bingeha şeraketî ya gelê Kurdistan û Iraqê hatiye avakirin lê belê ew şeraket hatiye binpêkirin û beşa gelê Kurdistanê ji wê şeraketê enfal û jenosayd û wêrankarî û kîmyabaran bûye û li qonaxa piştî 2003 jî gelê Kurdistanê bi awayeke dilxwaze biryarê da ku li gel dewleta Iraqê yek bigrê û rolekî serekî li avakirina Iraqê û nivîsîna destûra Iraqa federalî û demokratî de girt lê belê mixabin destûr hate binpêkirin û kar gihîşte birîna debara xelkê Kurdistanê û her wiha şîrê zarokên Kurdistanê jî hate birîn.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi beravajiya rêkkeftinan Pêşmerge ku beşek bû ji sîstema bergiriya Iraqê, ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve abluqe xistin ser û li destpêka şerê Da'îş da Pêşmerge çek nebû bergiriyê li Kurdistanê bike. Serok Barzanî spasî hevkariya welatên hevpeymanan kir û wê yekê xisterû ku Pêşmerge bi xwîn û qurbanîdana xwe efsaneya DAIŞê têkşikand.

Di derbarê paşaroja Kurdistanê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku madem prensîbê şeraket û destûrê hatiye binpêkirin gelê Kurdistanê naxwaze êdî pêvek û bindest be û bikeve nav bazneya şerê bêdawî û tundutîjiyê û ezmûna şikestxwariya sed sala derbasbûyî dûbare bibê.

Serok Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku xwestek û daxwazên gelê Kurdistanê bi riya aştiyane û diyalog û dûr ji tundutîjiyê tê birêvebirin û referandum û pêngavên berev serxwebûnê ve rê li kûrtirbûna aloziyan û şerên din digrê û em dixwazin bi aştî ligel cîranên xwe û gelên navçeyê bijîn.

Her di vê civînê de xwendekar û lêkolînerên beşdarbûyî çend pirsyar di derbarê sîstema siyasî û referandum û eger û pêşhatan xistin rû û Serok Barzanî jî bersiva pirsiyarên wan da û di derbarê çarenivîs û mafên pêkhateyên Kurdistanê de, Serok Barzanî ew yek diyar kir ku garentiyeke temam didin ku Kurdistan dê bibê mînak bo pêkvejiyan û pêkhatên Kurdistanê her çawa bixwazin û bi çî piştrast dibin dê bi wî awayî ligel wan bijîn.

Di derbarê navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî de jî Serok Barzanî balkişand ser wê yekê ku Hikûmeta Iraqê cîhkirina maddeya 140 piştguh xist û niha jî nîştecihên wan navçeyan ew maf heye biryarê li çarenivîsa xwe bidin û dê beşdarî di referandumê de bikin û pêwîst e hemû aliyek jî rêzê li wê biryarê bigre.

Nûçeyên têkildar