NY: 20 hezar sivîl di Mûsila Kevin de asê mane

Ajans-KDP.info- Netewên Yekbûyî ragihand, nêzîkî 20 hezar kesên sivîl ji ber şerê navbera hêzên iraqî û çekdarên DAIŞê li Mûsila Kevin asê mane.
Berpirsa Karûbarên Mirovî yên Netewên Yekbûyî li Iraqê, Lise Grande îro pêncşembî 6ê Tîrmeha 2017ê ragihand, di demekê de ku çekdarên DAIŞ li nav Mûsila Kevin di xalên herî dawîn de hatine dorpêçkirin, derdora 15 hezar heta 20 hezar kesên sivîl jî li wê derê asê mane.
Lise Grandy herwiha da xuyakirin, ku rewşa xelkê sivîl li Mûsila Kevin dijwar e.
Grande herwiha tekez dike, ku welatiyên sivîl di bin bombebaran û topbaraneke metirsîdar de ne, DAIŞ li Mûsilê heta niha jî xelkên sivîl dikin armanc.
Ew yek di demekê de ye, ku hêzên iraqî li ser operasyona kontrolkirina Mûsilê û şerê li dijî çekdarên DAIŞê li vî bajarî berdewam in. Hêzên Iraqê zêdetirî heftiyekê ye, ku bi dehan çekdarên DAIŞê li nav çend kilometeran li aliyê Mûsila Kevin dorpêç kirine, lê belê çekdarên DAIŞê xwe radest nakin.




