Parlamentoya Ewropayê danûsendinên endamtiya Tirkiyê rawestand

Ajans-KDP.info- Parlamentoya Ewropayê pêşniyara "Rawestandina Danûsendinên Endamtiya Tirkiyê" pejirand.
Parlamentoya Ewropa îro di derbarê pêşniyarnameya rawestandina danûstandinên endamtiya Tirkiyê de civiya. Parlamento bi 477 dengan pêşniyarname pejirand.
Rapor ji hêla Katî Pîrî ve hatibû amadekirin û banga rawestandina danusendinan hatibû kirin. Di raporê de guhertinên destûra Tirkiyê yên bi referandoma 16ê Nîsanê, dijî pîvanên Kopenhagê tên dîtin.
Katî Pîrî duh dabû xuyakirin, eger Tirkiye wan gohertinan cîbicî bike êdî endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropa mimkun nîne û ne pêkan e.
Di raporê de, çalakiyên tund yên PKK, hewldana derbeya serbazî ya 15ê Tîrmehê jî tên şermezarkirin.
Biryarên Parlamentoya Ewropayê bo welatên Yekîtiya Ewropa wek pêşniyar tên dîtin û Rêveberiya Yekîtiya Ewropa dikare wan biryaran bicîh neke.




