10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî bo derçûyên zanîngehê: Piştgiriya serxwebûnê bikin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya Xula Referandumê ya derçûna xwendekarên Zanîngeha Selaheddîn, peyameke pîrozbahiyê ji wan re şand û daxwaz ji wan kir ku bi qelema xwe piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Niha em di hestyartirîn dem di dîroka xwe re derbas dibin, ku qonaxeke yekalîker e. Êdî Kurdistan bi saya xoragiriya xelkê û bi qehremaniya Hêzên Pêşmerge pişt bi xwedayê mezin ber bi serxwebûnê ve gavan davêje. Serxwebûn baştirîn xelat e ji bo xwîna şehêdên me. Serxwebûn mulkê her kes û aliyekî ye. Erkê we, ew e ku hûn bi qelem û zanista xwe piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê bikin û hûn rûbirûyê her hewlekî bibin ku bixwazin rê li biryardana gelê Kurdistanê bigrin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ji derçûyên zanîngehê re got: “Paşeroja Kurdistanê di destê we de ye, daxwaz ji we dikim ku hûnn kar ji bo pêşketin û bihêzbûna welat bikin. Divê êdî Kurdistan bibe xwedî serwerî û xwedî biryar, da ku bi başî sûdê ji samanên xwe yên mirovî û yên sirûştî werbigire. Gelê Kurdistanê piştî wan hemû qurbaniyan hêja ye ku wek miletên azad xwedî serweriya xwe be û bibe beşek girîng û bi bandor ji karwanê mirovayetiyê û civaka navdewletî.”

Nûçeyên têkildar