10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şingal- PKK li dijî Pêşmerge alîkariya Heşda Şeibî dike

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berpirsê liqa Şingalê ya PDKê Wehîd Bakozî dibêje, PKK li Şingalê alîkariya çekdarên Heşda Şeibî dike da ku pêşmergeyên Rojava li Şingalê tengav bikin.

Berpirsê liqa Şingalê ya PDKê Wehîd Bakozî ji malpera BasNewsê re gotiye, PKK û Heşda Şeibî li Şingalê roj bi roj zêdetir nêzîkî hev dibin û tifaqa wan li dijî Pêşmerge bihêztir dibe.

Wehîd Bakozî her wiha gotiye, PKK dixwaze bi rêya bicîhkirina Heşda Şeibî pêşmergeyên Rojava tengav bike û li wir rêyekê bo Heşda Şeibî veke da ku derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibe.

Bakozî ragihandiye ku, ala Kurdistanê li ser wan mal û avahiyên ku di destê PKK û Heşda Şeibî de ne, hatiye avêtin û got, Şingal tijî ala Heşda Şeibî bûye, PKK û Heşda Şeibî bi hev re xalên kontrolê danîne û bi kêfa xwe mirovan direvînin.

Wî berpirsê PDKê tekez kiriye ku Heşda Şeibî û PKK dixwazin bi hev re wan deveran birêve bibin û got, li dijî Pêşmerge çeper lêdane û dixwazin bi Pêşmerge re şer bikin.

Nûçeyên têkildar