10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Awstralya: Mêrxasiya Pêşmerge li hemû cîhanê deng veda ye

Çavkanî: KDP.info

 

 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgirê BalyozêAwstralya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan pesnê Hêzên Pêşmerge da û ragihand ku mêrxasiya Pêşmerge li hemû cîhanê deng veda ye.

Îro Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê BalyozêAwstralya yê li Bexdayê Tim Stapleton kir.

Di civînê de derbarê pêşhatên dawî yên leşkerî di şerê dijî terorîstên DAIŞê de û herwiha rewşa siyasî ya deverê bi giştî û têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Awstralya hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Stapleton behsa beşdariya Avustiraliyayê ya di şerê cîhanî ya li dijî DAIŞê û tedbîrên pêwîst yên derbarê pêşkêş kirina hevkarî û piştîwaniya zêdetir yaAwstralya bo hêzên pêşmerge hate kirin û Mesrûr Barzanî jî jiber hevkariyên ku heta niha pêşkêşî Kurdistanê kiriye spasiya gel û hikûmeta Avustiraliyayê kir.

Di beşeke din ya civîna han de Tom Stapleton jî rêzdariya welatê xwe ya li hember rol û qurbanî danên hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de diyar kir û got: “Jêhatîbûna hêzên pêşmerge li cîhanê deng vedaye û nemimkune ku di warê şikandin û jinavbirina DAIŞê de behsa rola pêşmerge neyê kirin.”

Di dawiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Stapleton tekez li ser wê yekê kirin ku lazime kêşeyên heyî yên li deverê û yên li Iraqê jî bi awayekî werin çareserkirin ku mafên tevahiya pêkhateyên deverê werin parastin da ku bawerî di navbera pêkhateyan çê bibe û aştî li deverê de zal bibe û ti velatî bo çê bûna hizra radîkalîzimê nemîne û dever aram be.

Nûçeyên têkildar