10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Trump li Îsraîl: Îran piştgiriya terorê dike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Serokê Amerîkayê Donald Trump giheşte Israîlê û piştî nîvro li gel Serokwezîrê wî welatî Binyamîn Ntentenyaho kongreyeke rojnamevanî li darxistin.

Di kongreya rojnamevanî de Trump tekezî li ser pêwendiyên di navbera welatê wî û Israîlê kir û got ku, Îran ne tenê li navçeyê belko li ser asata cîhanê palpiştî û piştgiriya terorê dike.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Israîlê Binyamîn Ntentenyaho da zanîn ku, pêwendiyên Israîl û Amerîka pêwendî bihhîzin û diyar kirk u, amadene li gel Amerîka şerê terorê bikin.

Herwiha tekez kir ku, dive Îran ji sînorê Israîl û Sûriyê vekişe, herwiha aşkere kirk u, Rojhelata Navîn û Isralî pêwîstiya xwe bi Amerîkayê û piştgiriya wê heye.

Trump amaje kir ku divê Amerîka û Îsraîl nehêlin ku Îran bibe xwedî çekên kimyewî û li dijî vê yekê bibin yek deng.

Nûçeyên têkildar