Partiya komonîst a Iraqê: Em ligel daxwaz û xwesteka gelê Kurdistanê ne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Partiya Komonîst a Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ew ligel daxwaz û xwesteka gelê Kurdistanê ne.
Îro Pêncşema 11-5-2017 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Komonîst a Iraqê bi Serokatiya Sekreterê vê partiyê Raêd Fehmî kir.
Di civînê de ku Sekreterê Partiya Komonîst a Kurdistanê Dr. Kawe Mehmûd jî tê de beşdar bû derbarê şerê dijî terorîstên DAIŞê, serkeftinên hêzên pêşmerge û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de giftûgo hate kirin.
Di vê derbarê de şanda mêwan rêzdariya xwe bo lehengî û qehremaniya hêzên pêşmerge diyar kir û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember DAIŞê jî bi serkeftin û destkeftên mezin bilêv kir.
Di berdewamiya civîna han de şanda mêwan nêrînên xwe yên derbarê prosesa siyasiya Iraqê, hilbijartinên pêş yên Iraqê û rewşa abûrî û civakî ya xelkê Iraqê diyar kir û behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û prosesa refrandûmê jî hate kirin û di vê derbarê de şanda mêwan eşkere kir ku ew weke partiya komonîsta Îraqê hertim piştgîriya daxwazên gelê Kurdistanê kirine.
Di beşeke din a civînê de Serok Barzanî jî behsa dîroka têjî ji ewraz ya navbera gelê Kurdistanê û Iraqê kir û balkêşande ser binpê kirina destûra bingehîn ya Iraqê û nehêştina hevparî ya di navbera pêkhateyên Iraqê de.
Serok Barzanî herwiha behsa refrandûm û serbixweyiya Kurdistanê û sedemên wê jî kir.




