10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Îtalya: Emê li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam bin

Çavkanî: KDP.info
  Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û konsula nû ya Îtalyayê li Herêma Kurdistan civiyan û çend mijarên gerim di rojeva Kurdistan, Iraq û herêmî de gotûbêj kirin û her du alî hevfikir bûn li ser wê yekê kir ku têkeliyên Îtalya û Kurdistanê di asteke baş de ne û tekîd li ser zêdetir xurtir û berfirehtirkirina wan têkeliyan kir.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro Duşema 08.05.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Sîrîna Muronî konsula nû ya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.

Konsula Îtaliyayê kêfxweşiya xwe li hemebr dîdara bi serokwezîrê Kurdistanê re nîşan da û sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji dema wê dest bi karê xwe yê nû kirî, berdewam piştgirî û hevkarî pê re tê kirin û ji bona serkeftina kar û xebatên wê hêsankarî jê re tê kirin.

Wê got ku welatê wê Îtaliya dixwaze di hemû waran têkeliyên xurt ligel Herêma Kurdstanê hebin û tekez jî kir ku Îtalya li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê leşkeî û mirovî de berdewam dibe.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikaeûbûna konsula nû ya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê kir, ji kar û xebatên wê re serkeftin xwest û piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo nîşan da.

Serokwezîr got ku li Herêma Kurdistanê derfetên baş yên berhemanînê û sermayerazandinê hene û bang li sermayedar, şitket û kompaniyên îtalyayî kir ku li Herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayeyê xwe birazînin.

Rewşa giştî ya herêmî û şerê azadkirina Mûsilê ji bin destê terorîstên DAIŞê hin mijarên din yên civîna serokwezîr û konsula nû ya Îtalyayê bûn.

 

Nûçeyên têkildar