10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Emmanuel Macron bû serokê Fransa

Çavkanî: KDP.info

 

Ajans-KDP.info- Di hilbijartina serokê nû yê Fransa de, namzedê serbixwe Emmanuel Macron serkevt û rêjeya %65.1ê dengan bi dest xist.

Îro yekşembî 7ê gulana 2017ê, gera duyem a hilbijartina serokatiya Fransayê birêveçû. Di gera duye a hilbijartinê de, Marine Le Pen û Emmanuel Macron weke du kandîdê serkevtî di qonaxa yekam a hilbijartinê de, rikeberî bi hev re dikirin.
Piştî ku êvariya îro proseya dengdanê bi dawî hat, cudakirin u hejmartina dengan dest pê kir.
Li gorî agahiyên destpêkê, namzedê serbixwe Emmaneul Macron karî zêdetirîn dengê xelkê Fransayê bi dest bihîne û namzeda tundrew, Marine Le Pen şikest bide.
Encamên destpêkê yên hilbijartina Fransayê nîşan didin, k Macron %65.1ê dengê xelkê Fransayê bi dest bixe û Marine Le Pen jî kariye %34.9ê dengan misoger bike.
 

Nûçeyên têkildar